Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 3 MAR 2026 07:00 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Peyama Nêçîrvan Barzanî ya ji bo bîranîna Jenosayda Êzdiyan
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 11emîn salvegera jenosîda Êzidiyan de peyamek belav kir û ragihand" erkê hikûmeta Iraqê ye ku xwedî li welatiyên Êzidî derkeve, wan qerebû bike û êdî rê nede ku Şingal bibe "gorepana ger û fetlên milîs û komên çekdar".

Naveroka Peyama Nêçîrvan Barzanî:

Îro bîranîna bi êş ya yanzdeh saliya Jenosayda Êzdiyan dikîn û bi rêz û wefadariyê cangoriyên wê tawankariya Da'îşê, bi bîr tînîn. Pêdagirê pêşkêşkirina hemû piştgîriyekîn ji bo welatiyên me yên Êzdî û ji bilî hemû êşên rabihûrî, bi hêviyê ve li paşerojê dinêrîn û ji bo kevandina birînên wan, bi hevre kar dikîn.


Cihê daxê û dilgiraniyeke zêdeye ku yanzdeh sale hê jî nêzîkî nîvê Êzdiyan, li rewşeke dijwar ya aborî û civakî û derûnî de li wargehan de dijîn. Erkê Hikûmeta Iraqê ye baştir xweditiyê li welatiyên Êzdiyan bike û wan qerebû bike, êdî rê nede Şingal û navçeyên Êzdiyan, qada navenda mîlîşiya û grûpên çekdar û yek alî kirina ajandayên herêmiyan bin.

Divê bawerî, piştrastî, aramî, asayîş, avadanî û xizmetê bi Şingal û navçeyên din vegerênîn, dadperwerî‌ ji bo civaka Êzdî pêkbîne û tawanbar bêne siza dan. Ji bo wê yekê tekez li ser bi cîhkirina peymana Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal ya ji bo normal kirina rewşa Şingalê û bi parêzgeh kirina wê dikîn. Her wiha daxwazê ji civaka navdewletî dikîn li hemû rûyek ve zêdetir bi teşwiq û hana Êzdiyan ve bê.

Spasiya wan hemû welatan dikîn ku Komkujiya Êzdiyan ji Jenosayd nasandine û li kar û hewlên me berdewam dibîn heta li ser asta navdewletî de zêdetir bi Jenosayd bê nasîn. Spas û rûmet ji bo yarmetiyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li têkşikandina Da'îşê de. Xûşk û birayên xwe yên Êzdiyan piştrast dikîn ku herdem parêzerê wan dibîn û heta revandiyeke Êzdî mabê, karê nivîsîngeha me ya rizgarkirin û eşkerekirina çarenivîsa wan berdewam de dibe.

Silav li bîranîn û ruhê cangoriyên Êzdiyan û li îradeya bihêz û berxwedana Êzdiyan. Silav li yad û giyanê wan hemû Pêşmergeyên qehreman ku bi Fermandeyê Cenabê Serok Mesûd Barzanî, ji bo rizgarkirina Şingalê û hemû pêkhatên Kurdistan û Iraqê canên xwe gorî kirin.




Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03.08.2025

 

 

 

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî rewşa navçeyê gotûbêj kirin

MONDAY, 02 MARCH 2026 14:03:00

Hewlêr-KDP.info: îro 2ê Adarê ,Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peywendiyeke telefonî ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî wergirt.

Serok Barzanî û Şahê Urdinê pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

MONDAY, 02 MARCH 2026 13:03:00

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî û Şahê Urdinê dawîn pêşhat û guhertin û rageşî û aloziyên herêmê gotûbêj kirin û her du alî li ser çareserkirina kêşeyan bi rêya danûstandinan hevnêrîn bûn.

 
Serok Barzanî û Ehmed Şera rewşa navçeyê gotûbêj kirin

MONDAY, 02 MARCH 2026 13:03:00

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî û Ehmed Şera bi telefonê axivîn û nêrînên xwe li ser pêşhatên dawiyê û guhertinên li ser aramiya navçeyê gotûbêj kirin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê Sersaxiyê li Îranê Kir

SUNDAY, 01 MARCH 2026 16:03:03

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê ji ber kuştina Elî Xamaneyî sersaxî da gel, hikûmet û serkirdayetiya Îranê û got, "Em hevsoz û hevxemên we ne."

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

WEDNESDAY, 25 FEBRUARY 2026 20:02:33

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser rapora Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê got, "Rapora komîsyonê ji bo aştiyê gaveke di rêya rast de ye"



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact