Hewlêr-KDP.info : îro 16ê Hezîrana 2025ê, Mesrûr Barzanî , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Hingaryayê li Herêma Kurdistanê Attila Tos kir, ji ber bidawîhatina erkê wî yê dîplomatîk li Herêma Kurdistanê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragihandinekê de amaje da ku, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Hingaryayê kir û di erkê wî yê paşerojê de jî serkeftin jê re xwast.
Wekî ku amaje pê hatiye dan, Konsulê Giştî yê Hingaryayê rêz û hurmetên xwe ji bo hevkarî û hevahengiyên aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo biserxistina erkê wî diyar kirin.
Hewlêr-KDP.info– îro (Sêşem, 17ê Adara 2026ê) Komîteya Ewlehiyê û Krîzan a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Hewlêrê civiya.
Hewlêr-KDP.info: îro 16ê Adarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, peyamek bi boneya salvegera 38emîn a kîmyabarana Helebceyê weşand.
Hewlêr-KDP.info: îro 16ê Adarê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera 38emîn a kîmyabarana Helebceyê de peyamek weşand û tê de hat diyarkirin: "Helebce ne tenê hewldaneke tunekirina fîzîkî ya Kurdan bû, lê di heman demê de tawaneke li dijî mirovahiyê û êrîşeke hovane li ser îradeya gelekî bû ku tenê daxwaza jiyan û azadiyê dikir."
Hewlêr-KDP.info: Roja Duşema, 16ê Adara, 2026, Serok Mesûd Barzanî bi boneya 38emîn salvegera kîmyabarankirina Helebçeyê de, peyamek li ser tora civakî ya X de belav kir.
Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî daxwaz ji hikûmeta federal a Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan bicivin û bigihên rêkeftinê.
Hewlêr-KDP.info: Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; “Peymana 11ê Adarê destkeftiyeke dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bû.”
Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî Cejna Cemayê li Kurdên Êzidî pîroz kir û tekez kir ku ew dê wekî her tim parêzerên mafên wan bin.
Hewlêr-KDP.info: îro 13ê Sibatê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayetiyê navdarê Iraqî Xemîs Xencer kir.