Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 10 MAR 2026 18:20 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Naveroka peywendiya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û birêz Mezlûm Ebdî
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Roja çarşema 12 ê Adara 2025 li peywendiyeke telefonî ya di navbera Serok Mesûd Barzanî û birêz Mezlûm Ebdî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokrat da, rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li Sûriye guftûgo kirin. Li vê peywendiya telefoniyê da birêz Mezlûm Ebdî hurgilî û encama serdana xwe ya Şamê û hevdû têgihiştina wan ya bi Hikûmeta Sûriyê re ji bo Serok Barzanî şîrove kir. Her li vê peywendiya telefoniyê da tekez li ser wê yekê kirin ku piştgiriyê li her hengavek bê kirin ku bibê sedema aştî û aramiya li Sûriye û her wiha ewe jî dûpat kirin ku pêwîste li hengavên nû yên proseya siyasiya Sûriyê da helwesta Kurdan yek be.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê Serpereştiya Civîneke Bilind a Leşkerî û Ewlehiyê Kir

TUESDAY, 10 MARCH 2026 17:03:22

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşemî 10.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê, bi amadebûna birêz Şêx Ce'fer Şêx Mistefa, Cîgirê Serok, serpereştiya civîneke bilind a leşkerî û ewlehiyê kir ku tê de birêzên Wezîrê Pêşmerge, Wezîrê Navxwe, Serokerkanê Pêşmerge û fermandeyên bilind ên Hêzên Pêşmerge amade bûn.

Peyamek ji Serok Barzanî ji bo Raya Giştî re

SUNDAY, 08 MARCH 2026 16:03:09

Hewlêr-KDP.info: îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) , Serok Barzanî li ser êrîşên li ser Herêma Kurdistanê peyamek ji raya giştî re belav kir.

Serok Barzanî: Min rêz ji bo rol û qurbanîdanên jinên Kurdistanê heye

SUNDAY, 08 MARCH 2026 14:03:05

Hewlêr-KDP.info: îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) ,Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Roja Cîhanî ya Jinan

SUNDAY, 08 MARCH 2026 14:03:03

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û pîrozbahî li jinên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Serokê Herêmê û Serokê Îmaratê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

FRIDAY, 06 MARCH 2026 22:03:00

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Adarê, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ji Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan wergirt.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact