Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 10 MAR 2026 14:12 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî û şanda Almanya guhertinên Sûriyê gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro Pênçşema 23.01.2025 ê li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr. Tobias Lindner, Wezîrê Dewletê yê li Wezareta Derve ya Almanyayê û Kordînatorê taybet ê Wezareta Derve ya Almanya yê karûbarên Sûriyê û şandeke pê re kir.

Di civînê de pêşdebirina peywendiyên Almanya yê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, guhertinên Sûriyê û pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn hatin gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî spasî hevkarî û palpiştiya berdewam ya Almanya ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di warên leşkerî, siyasî û mirovî da kir û tekez li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehkirina hevkariyên hevbeş, di hemû waran de, bi Almanya yê re kir.
Ji aliyê xwe ve, Lindner kêfxweşiya xwe ya li hember proseya dengdana ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û beşdariya zêde ya welatiyan di hilbijartinan da nîşan da û her wiha hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî re danûstandina bîr û ramanan kirin.
Di derbarê rewşa navçeyê de jî, herdu aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê û hevkariya hemû aliyan ya ji bo dûrxistina deverê ji aloziyên zêdetir kirin. 




Nûçeyên din

Peyamek ji Serok Barzanî ji bo Raya Giştî re

SUNDAY, 08 MARCH 2026 16:03:09

Hewlêr-KDP.info: îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) , Serok Barzanî li ser êrîşên li ser Herêma Kurdistanê peyamek ji raya giştî re belav kir.

Serok Barzanî: Min rêz ji bo rol û qurbanîdanên jinên Kurdistanê heye

SUNDAY, 08 MARCH 2026 14:03:05

Hewlêr-KDP.info: îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) ,Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Roja Cîhanî ya Jinan

SUNDAY, 08 MARCH 2026 14:03:03

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û pîrozbahî li jinên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Serokê Herêmê û Serokê Îmaratê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

FRIDAY, 06 MARCH 2026 22:03:00

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Adarê, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ji Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan wergirt.

 
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr El-Sûdanî tekez li ser parastina ewlehiyê kirin

FRIDAY, 06 MARCH 2026 21:03:00

Hewlêr-KDP.info: Êvara îro Înê 06.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Mihemed Şiya El-Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê yê Federal wergirt.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact