Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 4 MAR 2026 14:57 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî pêşwaziyê li daxuyaniya Ehmed Şeri ya derbarê gelê Kurd li Sûriyê dike
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro 15.12.2024 pêşwazî li daxuyaniya Ehmed Şeri ya li ser gelê Kurd li Sûriyê kir û ragihand, “Pêwîst e Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên din ên Sûriyê sûdê ji vê derfetê werbigirin, ji bo bi hev re beşdarî damezirandina Sûriyeyeke aram, azad û demokratîk bibin.”

Daxuyaniya Serok Barzanî:

“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Min daxuyaniyeke birêz Ehmed Şeri ya li ser gelê Kurd li Sûriyê dît ku gelê Kurd wek beşek ji welat û hevparê Sûriya pêşerojê binav kiribû.

Em vê nerîna li ser Kurdan û pêşeroja Sûriyê cihê dilxweşiyê û em pêşwaziyê lê dikin û hêvîdar in ku ev yek bibe destpêka rastkirina pêvajoya dîrokê û sererastkirina reftarên çewt û nedirust ên li hember gelê Kurd li Sûriyê hatine kirin.

Ev cure nêrîn ji bo avakirina Sûriyeke bihêz rêxweşker in û pêwîst e Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên din ên Sûriyê sûdê ji vê derfetê werbigirin, ji bo bi hev re beşdarî damezirandina Sûriyeke aram, azad û demokratîk bibin.

Mesûd Barzanî

15.12.2024”




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê rewşa herêmê gotûbêj kirin

TUESDAY, 03 MARCH 2026 21:03:00

Hewlêr-KiDP.info: Îro êvarê sêşemê 03.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke têlefoniyê ji birêz Hakan Fîdan, Wezîrê Derve yê Tirkiyê, wergirt.

 
Mesrûr Barzanî : Em nikarin heta serî li hemberî van êrîşan bêdeng bimînin

TUESDAY, 03 MARCH 2026 18:03:21

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 3ê Adara 2026ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Nexweşxaneya Macidiyê ya Taybet li Hewlêrê vekir û di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir.

 

 
Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî rewşa navçeyê gotûbêj kirin

MONDAY, 02 MARCH 2026 14:03:00

Hewlêr-KDP.info: îro 2ê Adarê ,Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peywendiyeke telefonî ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî wergirt.

Serok Barzanî û Şahê Urdinê pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

MONDAY, 02 MARCH 2026 13:03:00

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî û Şahê Urdinê dawîn pêşhat û guhertin û rageşî û aloziyên herêmê gotûbêj kirin û her du alî li ser çareserkirina kêşeyan bi rêya danûstandinan hevnêrîn bûn.

 
Serok Barzanî û Ehmed Şera rewşa navçeyê gotûbêj kirin

MONDAY, 02 MARCH 2026 13:03:00

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî û Ehmed Şera bi telefonê axivîn û nêrînên xwe li ser pêşhatên dawiyê û guhertinên li ser aramiya navçeyê gotûbêj kirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact