Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 8 DEC 2025 03:56 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî tekezî li ser dostayetiya Kurdistan û Îmarat kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Îmarat li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî tekezî li ser dostayetî û nêzîkbêna di navbera gelê Kurdistanê û gel û serkirdayetiya dewleta Îmaratê de kir.
Îro Çarşema 04.12.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Abdulla Meter Elmezruyî Balyozê nû yê Îmarat li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Balyozê nû yê Îmarat li Iraqê, xweşhaliya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê û hevdîtina bi Serok Barzanî re derbirî û silavên taybetî yên Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan Serokê Dewleta Îmarata Yekgirtiya Erebî bi Serok Barzanî gihand. Her wiha pesnê gelê Kurdistanê û hikûmet û sazî û damezraweyên herêmî kir ku ji bo pêkanîna aramiyê û hewl û têkoşîna geşbûn û avadaniyê didin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi germî bixêrhatina Balyozê Îmarat li Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest. Serok Barzanî hişmendî û xemxuriya serkirdayetiya Îmaratê ya ji bo avadanî û geşkirina welat bi mînakî wesif kir. Her wiha tekez li ser dostayetî û nêzîkiya di navbera gelê Kurdistan û gel û serkirdayetiya dewleta Îmaratê kir û xwazyarê ewe jî bû ku peywendî û dostayetiya di navbera her du aliyan kûrtir û berfirehtir bibe.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê hemû piştgiriyeke Herêma Kurdistanê ji bo aştiyê li Tirkiyê dupat dike

SATURDAY, 06 DECEMBER 2025 16:12:43

Hewlêr-KDP.info: Îro Şemiyê 06.12.2025an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peyamekê de ji bo Konferansa Navdewletî ya Aştî û Civaka Demokratîk ku DEM Partiyê rêk xistiye û li Stenbolê birêve çû, hemû piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina aştiyê li Tirkiyê dupat kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Îmaratê civiya

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 23:12:00

Ebû Dhabî -KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li bajarê Ebû Dhabî bi Wezîrê Derve yê Îmaratê re civiya.

 
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê li Ebû Dhabî civiyan

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 22:12:00

Ebû Dhabî -KDP.info: îro 5ê Berçileya 2025an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Îmaratê de, li bajarê Ebû Dhabî li gel Serokê Mîrnişîna Yekbûyî ya Erebî Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehyan civiya.

 
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser serdana Serok Barzanî ya Cizîrê daxuyanî da

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 00:12:39

Hewlêr-KDP.info: Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser encam û karvedanên serdana Serok Mesûd Barzanî ya Cizîra Botan a Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Baregeha Barzanî têkdan gorên Xiristiyanan bi tundî şermezar kir

THURSDAY, 04 DECEMBER 2025 22:12:03

Hewlêr-KDP.info: Baregeha Barzanî li ser destdirêjî, têkdan û şkandina gor û kêliyên goristana Xiristiyanan li Koyeyê ragihandinek parve kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact