Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 8 DEC 2025 08:16 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Fuad Husên: Gefên Îsraîl li ser Iraqê gelekî cidî ne
| KDP.info


Duhok-KDP.info- Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, nameyek ji hikûmeta Netanyahu gihîştiye Iraqê û tê de dibêje, grûpên çekdar ên Iraqê êrişî Îsraîlê dikin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro 22ê Mijdarê di çarçoveya paneleke Korbenda MEPSê de got: “Navçe di bin agir de ye û Iraq beşek ji navçeyê ye. Em ji rewşa navçeyê nîgeran in. Niha gefên Îsraîlê li ser Iraqê hene. Nameyek ji Netanyahu gihîştiye me. Name jî ji aliyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Encûmena Asayişê Ewlekariyê ve hatiye. Netanyahu dibêje: Komên çekdar ên Iraqê êrîşî Îsraîlê dikin.”

Fuad Husên got: “Hikûmeta Iraqê şer naxwaze û em ne beşek ji şer in û em dixwazin ji şer dûr bikevin. Gef gelekî cidî ne û hest pê tê kirin.”

Da zanîn jî: “Serokwezîrê Iraqê bi siyasetmedar û rêberên Şîe re behsa metirsiyên rewşê dike, bi serkirdeyên koman re û bi aliyên Îranî re jî her tim di nava pêwendiyê de ye.”




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê hemû piştgiriyeke Herêma Kurdistanê ji bo aştiyê li Tirkiyê dupat dike

SATURDAY, 06 DECEMBER 2025 16:12:43

Hewlêr-KDP.info: Îro Şemiyê 06.12.2025an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peyamekê de ji bo Konferansa Navdewletî ya Aştî û Civaka Demokratîk ku DEM Partiyê rêk xistiye û li Stenbolê birêve çû, hemû piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina aştiyê li Tirkiyê dupat kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Îmaratê civiya

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 23:12:00

Ebû Dhabî -KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li bajarê Ebû Dhabî bi Wezîrê Derve yê Îmaratê re civiya.

 
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê li Ebû Dhabî civiyan

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 22:12:00

Ebû Dhabî -KDP.info: îro 5ê Berçileya 2025an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Îmaratê de, li bajarê Ebû Dhabî li gel Serokê Mîrnişîna Yekbûyî ya Erebî Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehyan civiya.

 
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser serdana Serok Barzanî ya Cizîrê daxuyanî da

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 00:12:39

Hewlêr-KDP.info: Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser encam û karvedanên serdana Serok Mesûd Barzanî ya Cizîra Botan a Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Baregeha Barzanî têkdan gorên Xiristiyanan bi tundî şermezar kir

THURSDAY, 04 DECEMBER 2025 22:12:03

Hewlêr-KDP.info: Baregeha Barzanî li ser destdirêjî, têkdan û şkandina gor û kêliyên goristana Xiristiyanan li Koyeyê ragihandinek parve kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact