Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 01.10.2024ê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê de ligel Elbrus Kutrashev Balyozê Rûsya li Iraqê li ser peywendiyên Rûsyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û li ser hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê danustandina bîr û ramanan kirin. Herdu alî tekezî li ser girîngiya hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê kirin û hêviya kampanyayeke aram û serkeftî ji bo proseya dengdanê û herwiha pêşbînî û nêrînên xwe li ser encamên hilbijartinan û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê anîn ziman. Pêşhatên dawî yên şerê Ukraynayê û rewşa Rojhilata Navîn û encamên wê, mijareke dinê vê hevdîtinê bû ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê jî tê da amade bû.
Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar kirin.
Hewlêr-KDP.info : Roja pênçşema 12 ê hezîrana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Musenna Sameraî Serokê Hevpeymaniya Ezim kir.
Hewlêr-KDP.info: Îro în, 06.06.2025 birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo cejna pîroz a Qurbanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Tuncer Bakırhan, Hevserokê Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî)yê ve, wergirt.
Hewlêr-KDP.info: Serok Barzani bi boneya Cejna Qurbanê peyamek pîrozbahiyê weşand û got: "Ez pîrozbahiyên xwe yên germ li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim."
Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê bi hatina cejna Qurbanê ya Pîroz peyamek balav kir û ragehand: “Em hêvîdar in ku ev helkefta pîroz, bibe derfetek nû ji bo serdestkirina zimanê lojîkê”.
Hewlêr-KDP.info: îro 13ê Sibatê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayetiyê navdarê Iraqî Xemîs Xencer kir.
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”
Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed li ser destnîşankirina Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û dabeşkirina kursiyên îdarî li wî Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.