Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 25 JUN 2017 20:13 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

“Barzanî ji bûyerên Şingalê dilgiran e..Nabe ti aliyek dest bixe nav karûbarê Kurdistanê”
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serok Barzanî ji bûyerên devera Şingalê dilgiran e û ji bo kontrolkirina rewşê Wezareta Pêşmerge erkdar kiriye.

Berdevkê fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî waha ye:

“Derbarê bûyerên roja înê yên 03.03.2017ê li Xanesora devera Şingalê de, Serokê Herêma Kurdistanê pir dilgiran e û ji ber wan bûyeran xemgîn e û rênmayiyên pêwîst jî daye aliyên pêwendîdar û Wezareta Pêşmerge, ku rewş bê kontrolkirin û nehêlin mezin bibe.

Ligel vê yekê jî divê hemû aliyek bizanin ku li Herêma Kurdistanê tenê saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirs in ji rêveberina Kurdistanê. Di heman demê de ti aliyek nikare dest bixe nav karûbarên herêmê yan jî rê li tevgera Pêşmerge bigre.

Dr. Umêd Sebah
Berdevkê fermî yê serokatiya herêma Kurdistan
04.03.2017”
 




Nûçeyên din

Serok Barzanî: Cejna malbatên şehîdan û pêşmergeyên qehreman pîroz be

SUNDAY, 25 JUNE 2017 14:06:53

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya cejna Remezanê peyamek belav kir, di peyama xwe de cejna misilmanên Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî: Bila cejin bibe sedema aştî û yekrêziyê

SUNDAY, 25 JUNE 2017 14:06:10

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo pîrozbahiya cejna Remezanê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî bo gelê Kurdistanê: Xebatê ji bo serxistina referanduma serxwebûnê bikin

SUNDAY, 25 JUNE 2017 14:06:26

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî cejna Remezanê li Kurdistaniyan pîroz kir û daxwaz ji her kes û aliyekî kir bo serxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê xebat bikin.

Mesrûr Barzanî ji Yekîtiya Ewropa re behsa encamên Kurdistaneke serbixwe kir

THURSDAY, 22 JUNE 2017 19:06:34

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, hewla berfereh tê kirin, da ku nîgeraniya li navçê nemîne civaka navdewletî dilniya bibe ku Kurdistaneke serbixwe dibe fakterê karîger di şerê li dijî teror û tundûtûjiyê û beşdariyeke wê ya bi bandor dibe bo aramî û aştiyê li navçê.

 

 
Serok Barzanî bo Yekîtiya Ewropa: Dijayetiya mafê yasayî û sirûştî yê gelê Kurdistanê nekin

THURSDAY, 22 JUNE 2017 18:06:15

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê Yekîtiya Ewropa li Iraqê û balyoz û konsulên welatên endam di Yekîtiya Ewropa de kir û ji wan re got bi ti awayekî veger ji biryara referandumê tune ye û daxwaz ji wan kir ku dijayetiya mafê yasayî û sirûştî yê gelê Kurdistanê nekin.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP