Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Barzanî ji bûyerên Şingalê dilgiran e..Nabe ti aliyek dest bixe nav karûbarê Kurdistanê”

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serok Barzanî ji bûyerên devera Şingalê dilgiran e û ji bo kontrolkirina rewşê Wezareta Pêşmerge erkdar kiriye.

Berdevkê fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî waha ye:

“Derbarê bûyerên roja înê yên 03.03.2017ê li Xanesora devera Şingalê de, Serokê Herêma Kurdistanê pir dilgiran e û ji ber wan bûyeran xemgîn e û rênmayiyên pêwîst jî daye aliyên pêwendîdar û Wezareta Pêşmerge, ku rewş bê kontrolkirin û nehêlin mezin bibe.

Ligel vê yekê jî divê hemû aliyek bizanin ku li Herêma Kurdistanê tenê saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirs in ji rêveberina Kurdistanê. Di heman demê de ti aliyek nikare dest bixe nav karûbarên herêmê yan jî rê li tevgera Pêşmerge bigre.

Dr. Umêd Sebah
Berdevkê fermî yê serokatiya herêma Kurdistan
04.03.2017”