Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 18 AUG 2017 02:01 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Polîtburoya PDKê: Barzaniyê nemir riya rizgarî û serxwebûnê nîşanî me da
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê di salvegera koça dawî ya Barzaniyê nemir de peyamek belav kir û tê de ragihand, Barzaniyê nemir riya rizgarî û serxwebûnê nîşanî neteweya Kurdî da û ew armanc niha ji her demê nêzîktir e.

Ev jî tekesta wê peyamê:

“Îro 28-2-2017, 38 sal bi ser koça dawî ya rêberê tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û damezrênerê PDKê Mela Mistefa Barzanî re derbas dibe. Ew rêberê xebateke efsaneyî bê wêne, ew serkirdeyê ku şoreşa rewa ya miletekî mezlum û azadîxwaz xist ser milê xwe û riya gehîştin bi rizgarî û serxwebûnê nîşanî neteweya Kurdî da û ew armanc jî niha ji her demê nêzîktir e.

Mistefa Barzanî ew rêber e ku pêşrewiya Kurdan kir ji bêomêdiyekê ber bi hêvî û omêdî û bawerî û paşerojeke geştir. Herwiha bi xebateke zehmet û dijwar miletek xist ser wê baweriyê ku êdî Kurd bindestî û dagîrkeriyê qebûl nekin û divê bighên mafên xwe, lewma jî em gihîştin vê qonaxa ku em niha gihîştinê.

Barzaniyê nemin pirensîp û nirxên mirovdostî û aştîxwaziyê û dûr ji şerxwazî û tundiyê dabû ber çavê xwe, ev yek jî bû sedemek ku tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê wek rêbazeke rewa û bi rêz li cîhanê bê dîtin.

Barzanî di demekê de dest bi xebatê kir ku dagîrkerên Kurdistanê bihêz û xwedî piştevanî bûn, Kurd jî jibilî Xwedê û rewatiya doza wan, ligel amadehiya zarokên wan bo xwe qurbanîkirinê di ber azadiyê de, ti pişt û dosteke wan tine bûn. Lewma jî berê xwe dan baweriya bi xwe û bi doza rewa ya gelê xwe.

Niha di dema ku em salvegera koça dawî ya rêberê mezin bibîr tînin, Kurd ji her demê nêzîktir bûne ji serkeftin û wergirtina mafê xwe yê çarenivîsê û serxwebûna Kurdistanê re. Em li ser pirensîpên Barzaniyê nemir nêzîkî bidestxistina mafên xwe yên rew dibin û derfet ji wê yekê re hatiye pêş, herwiha pişt û piştevaniyeke navdewletî jî bo Kurdistanê heye. Tenê maye ku em di nav xwe de jî piştevaniyê hev bin û yek dil û yek bawerî bin û em ber bi çinîna berhema xebata dûrûdirêj a miletê xwe û Barzaniyê nemir ve biçin û em nehêlin ti nakokî bibin rêgir li pêşiya me. Divê em hemû di asta vê berpirsyaretiya dîrokî de bin û vê derfetê ji destê xwe bernedin.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî Generalê Amerîka piştrast kir

THURSDAY, 17 AUGUST 2017 19:08:10

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Fermandarê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku referanduma Kurdistanê qet bandoreke xerab li ser şerê li dijî DAIŞê nake.

 
Serok Barzanî: Paşerojeke geş li benda xelkê Kurdistanê ye

THURSDAY, 17 AUGUST 2017 15:08:22

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamiya Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku paşerojeke geş li benda xelkê Kurdistanê ye.

 
YNK bo PDKê: Nabe em vê derfetê jidest xwe bibin

WEDNESDAY, 16 AUGUST 2017 23:08:53

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya YNKê bi boneya 71emên salvegera damezrandina PDKê, peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî PDKê kir û tê de ragihand ku ew hêvîdar in ev derfet jidest neçe, da ku armancên referandumê bicîh werin.

 
71 salên rûmetê li gelê Kurdistanê pîroz be

WEDNESDAY, 16 AUGUST 2017 23:08:21

Çeto Omerî

Di 1946 de li Mahabadê bingeha PDK tê danîn û Partiya Demokrata Kurdistanê ya Bașûr 15 Tebaxê hat damezirandin. Di heman rojê de jî serokê dilsoz û Kurdistanperwer birêz Mesûd M. Barzanî ji dayîkek bindest, li welatek bindest weke zarokek Kurd û Kurdistaniyek bindest tê dinyayê û çavên xwe li jiyana bindestiyê de vedike.

Şanda referandumê: Me Bexdayê re got, êdî emê bibin cîranên baş

WEDNESDAY, 16 AUGUST 2017 21:08:57

Bexda-KDP.info- Şanda Bilind a Referandumê li Bexdayê mijara referandumê gotûbêj dike û endamekî wê şandê dibêje, me bi zelalî ji Bexdayê re got ku êdî emê bibin cîranên baş.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP