Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Polîtburoya PDKê: Barzaniyê nemir riya rizgarî û serxwebûnê nîşanî me da

 

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê di salvegera koça dawî ya Barzaniyê nemir de peyamek belav kir û tê de ragihand, Barzaniyê nemir riya rizgarî û serxwebûnê nîşanî neteweya Kurdî da û ew armanc niha ji her demê nêzîktir e.

Ev jî tekesta wê peyamê:

“Îro 28-2-2017, 38 sal bi ser koça dawî ya rêberê tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û damezrênerê PDKê Mela Mistefa Barzanî re derbas dibe. Ew rêberê xebateke efsaneyî bê wêne, ew serkirdeyê ku şoreşa rewa ya miletekî mezlum û azadîxwaz xist ser milê xwe û riya gehîştin bi rizgarî û serxwebûnê nîşanî neteweya Kurdî da û ew armanc jî niha ji her demê nêzîktir e.

Mistefa Barzanî ew rêber e ku pêşrewiya Kurdan kir ji bêomêdiyekê ber bi hêvî û omêdî û bawerî û paşerojeke geştir. Herwiha bi xebateke zehmet û dijwar miletek xist ser wê baweriyê ku êdî Kurd bindestî û dagîrkeriyê qebûl nekin û divê bighên mafên xwe, lewma jî em gihîştin vê qonaxa ku em niha gihîştinê.

Barzaniyê nemin pirensîp û nirxên mirovdostî û aştîxwaziyê û dûr ji şerxwazî û tundiyê dabû ber çavê xwe, ev yek jî bû sedemek ku tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê wek rêbazeke rewa û bi rêz li cîhanê bê dîtin.

Barzanî di demekê de dest bi xebatê kir ku dagîrkerên Kurdistanê bihêz û xwedî piştevanî bûn, Kurd jî jibilî Xwedê û rewatiya doza wan, ligel amadehiya zarokên wan bo xwe qurbanîkirinê di ber azadiyê de, ti pişt û dosteke wan tine bûn. Lewma jî berê xwe dan baweriya bi xwe û bi doza rewa ya gelê xwe.

Niha di dema ku em salvegera koça dawî ya rêberê mezin bibîr tînin, Kurd ji her demê nêzîktir bûne ji serkeftin û wergirtina mafê xwe yê çarenivîsê û serxwebûna Kurdistanê re. Em li ser pirensîpên Barzaniyê nemir nêzîkî bidestxistina mafên xwe yên rew dibin û derfet ji wê yekê re hatiye pêş, herwiha pişt û piştevaniyeke navdewletî jî bo Kurdistanê heye. Tenê maye ku em di nav xwe de jî piştevaniyê hev bin û yek dil û yek bawerî bin û em ber bi çinîna berhema xebata dûrûdirêj a miletê xwe û Barzaniyê nemir ve biçin û em nehêlin ti nakokî bibin rêgir li pêşiya me. Divê em hemû di asta vê berpirsyaretiya dîrokî de bin û vê derfetê ji destê xwe bernedin.”