Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serkirdeyê ENKSê Îbrahîm Biro dibêje, vekişandina hêzên Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê dê bibe sedem ku Tirkiye derbasî wir bibe û eger şer derkeve dê Rojava wêran bibe, ew jî ji ber siyaseta tekrewiyê ya PYDê ye.
Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Me zanîbû hêzên Amerîka dê vekşin. Me dixwest heya ku li Sûriyê bin em sûdê ji wan werbigrin, lê PYD tenê li xwe guhdar dikir û guh nedida kesî û ziyanê dighîne Rojavayê Kurdistanê. Niha jî em naxwazin PYD Rojavayê Kurdistanê bixe nava şerê bi Tirkiyê re, ji ber ku ew şer dê demografiya Rojavayê Kurdistanê bughere û ev yek dê ziyaneke mezin bighîne Rojava, lewma jî em daxwaz dikin ew arîşe ji aliyê siyasî ve çareser bibe, ne bi şer mafê Kurdan bidest were.”
Biro wiha got: “Gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê cidî ne û niha çavê Tirkiyê li ser Girê Sipî û Serêkaniyê ye, lewma jî niha xelkê Girê Sipî ji tirsa şer direvin û dê careke din xelk koçber bibin û eger şer derkeve dê Rojava wêran bibe.”
Îbrahîm Biro wiha domand: “Ev demeke dirêj e ku em hewl didin şer di navbera PYD û Tirkiyê der dernekeve û em dibêjin emê sînor biparêzin, lê PYD bi wê yekê razî nabe û berdewam e li ser siyasetên xwe û eger berdewam be jî dê Tirkiye hemû Rojavayê Kurdistanê dagîr bike.”
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.
Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.
Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.
Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.
Em bi navê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşkirin û şewitandina Balyozxaneya welatê Swêdê ya li Bexdayê şermezar dikin û van reftaran li dijî destûr û yasa û rêsayên bavdewletî dibînin.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a Partiya Komunîst a Iraqê kir.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê kir.