Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Îbrahîm Biro: Bila PYD Rojava nexe nava şerê bi Tirkiyê re

 

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serkirdeyê ENKSê Îbrahîm Biro dibêje, vekişandina hêzên Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê dê bibe sedem ku Tirkiye derbasî wir bibe û eger şer derkeve dê Rojava wêran bibe, ew jî ji ber siyaseta tekrewiyê ya PYDê ye.

Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Me zanîbû hêzên Amerîka dê vekşin. Me dixwest heya ku li Sûriyê bin em sûdê ji wan werbigrin, lê PYD tenê li xwe guhdar dikir û guh nedida kesî û ziyanê dighîne Rojavayê Kurdistanê. Niha jî em naxwazin PYD Rojavayê Kurdistanê bixe nava şerê bi Tirkiyê re, ji ber ku ew şer dê demografiya Rojavayê Kurdistanê bughere û ev yek dê ziyaneke mezin bighîne Rojava, lewma jî em daxwaz dikin ew arîşe ji aliyê siyasî ve çareser bibe, ne bi şer mafê Kurdan bidest were.”

Biro wiha got: “Gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê cidî ne û niha çavê Tirkiyê li ser Girê Sipî û Serêkaniyê ye, lewma jî niha xelkê Girê Sipî ji tirsa şer direvin û dê careke din xelk koçber bibin û eger şer derkeve dê Rojava wêran bibe.”

Îbrahîm Biro wiha domand: “Ev demeke dirêj e ku em hewl didin şer di navbera PYD û Tirkiyê der dernekeve û em dibêjin emê sînor biparêzin, lê PYD bi wê yekê razî nabe û berdewam e li ser siyasetên xwe û eger berdewam be jî dê Tirkiye hemû Rojavayê Kurdistanê dagîr bike.”