Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Dewletê yê Hikûmeta Brîtanya yê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Alistair Burt telefûna Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û di wê telefonê de herdû aliyan behsa rewşa deverê kirin.
Di wê pîweniya telefûnî de Mesrûr Barzanî û Alistair Burt nêrînên xwe yên li dor pêşhat û rewşa siyasî ya Iraq û deverê, têkiliyên dualî yên di navbera Kurdistan û Brîtanyayê de gotûbêj kirin û tekezî li ser girîngiya berdewambûna hêzên hevpeymanan di prosesa reform, perwerdekirin û peydakirina pêdiviyên Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê kirin.
Di beşeke din a vê pêwendiya han de herdu aliyan tekezî li ser parastina destkeftên şerê li dijî terorîstên DAIŞê û hewldanên heyî yên bo peydakirina aramiyê kirin û Alistair Burt ew yek dubare kir ku Brîtanya li ser bihêztirkirin û pêşdebirina têkiliyên xwe yên ligel Kurdistanê, berdewam dibe.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.
Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.
Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.
Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.
Em bi navê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşkirin û şewitandina Balyozxaneya welatê Swêdê ya li Bexdayê şermezar dikin û van reftaran li dijî destûr û yasa û rêsayên bavdewletî dibînin.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a Partiya Komunîst a Iraqê kir.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê kir.