Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û wezîrê Brîtanya behsa rewşa deverê kirin

 

 

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Dewletê yê Hikûmeta Brîtanya yê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Alistair Burt telefûna Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û di wê telefonê de herdû aliyan behsa rewşa deverê kirin.

Di wê pîweniya telefûnî de Mesrûr Barzanî û Alistair Burt nêrînên xwe yên li dor pêşhat û rewşa siyasî ya Iraq û deverê, têkiliyên dualî yên di navbera Kurdistan û Brîtanyayê de gotûbêj kirin û tekezî li ser girîngiya berdewambûna hêzên hevpeymanan di prosesa reform, perwerdekirin û peydakirina pêdiviyên Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê kirin.

Di beşeke din a vê pêwendiya han de herdu aliyan tekezî li ser parastina destkeftên şerê li dijî terorîstên DAIŞê û hewldanên heyî yên bo peydakirina aramiyê kirin û Alistair Burt ew yek dubare kir ku Brîtanya li ser bihêztirkirin û pêşdebirina têkiliyên xwe yên ligel Kurdistanê, berdewam dibe.