Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 23 MAR 2019 14:31 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Parlamenterên Kurdistanê sûnd xwarin
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Îro yekemîn civîn a xula pêncem a Parlamentoya Kurdistanê birêve çû û parlamenterên hemû partiyên siyasî sûnda yasayî xwazrin.

Civîna yekem a Parlamentoya Kurdistanê îro hat lidarxistin û hemû partiyên siyasî di civînê de beşdar bûn û sûnda yasayî xwarin.

Li gorî yasaya Parlamentoya Kurdistanê divê her parlamenterek wisa sûnd bixwe: “Ez bi xwedayê mezin sûnd dixwim, ku berjewendiya gelê Kurdistanê û yekîtiya ax û gel û keramet û maf û azadiyên welatiyan û samanên giştî biparêzim û erkê xwe yê endametiya parlamentoyê bi rastî û bi dilsozî cîbicî bikim.”

Civîna parlamentoyê bi serokatiya Parlamenterê PDKê Rêvîng Hirûrî wek parlamenterê herî mezin bi emir, birêve çû. Hêj ti rêkeftineke siyasî di navbera partiyên Kurdistanê de çênebûye ji bo avakirina desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî li ser bûyera li Mûsilê peyama sersaxiyê belav kir

FRIDAY, 22 MARCH 2019 12:03:21
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê, sersaxî ji malbatên qurbaniyên bûyera li Mûsilê re xwest, ku li Mûsilê keştiyek li ser çemê Dîcleyê qûlipî û zêdetirî 70 kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
Serok Barzanî: Newroza we pîroz û bi xêr û xweşî be

WEDNESDAY, 20 MARCH 2019 17:03:02

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Newrozê peyamek belav kir û tê de ragihan ku niha qonaxekî din di jiyana gelê Kurdistanê de heye û pêwîstiyên vê qonaxê wiha dixwazin ku ber bi binyatnana Kurdistaneke bihêz û geş ve gav bavêjin. Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de dibêje: "Newroz ji bo gelê Kurdistanê herdem mizgîniya destpêkekî nû û hêviyeke nû û serkeftin li ser sîtemkaran û dijwariyan de bûye."

 
Serok Barzanî: Pêwîst e madeya 140 bi jihevfêmkirin û awayekî aştiyane were cîbicîkirin

WEDNESDAY, 20 MARCH 2019 10:03:59

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi mebesta gotûbêjkirina li ser kêşe û arîşeyên devera Zumarê ligel hijmareke zêde ji rîspî û nûnerên pêkhateyên civakî û şêniyên devera Zumarê civiya û got, pêwîst e madeya 140 bi lihevgehêştin û jihevfêmkirin û awayekî aştiyane were cîhbicîhkirin û her hewlek bo sepandina tiştek ku beruvajiya rastiya cografî, dîrok û rewşa civakî ya deverê be dibe sedema kûrtir kirina aloziyan û nayê qebûlkirin.

 
Mesrûr Barzanî û wezîrê Brîtanya behsa rewşa deverê kirin

WEDNESDAY, 20 MARCH 2019 10:03:43

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Dewletê yê Hikûmeta Brîtanya yê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Alistair Burt telefûna Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û di wê telefonê de herdû aliyan behsa rewşa deverê kirin.

 
Nêçîrvan Barzanî spasiya Amerîka kir

WEDNESDAY, 20 MARCH 2019 10:03:15

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro Sêşema 19.03.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaz li şandeke pilebilind ji Kongirêsa Amerîkayê bi serokatiya kongrêsman Jon Garmandi kir.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP