Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 21 NOV 2018 01:29 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

ENKS: Êrîşa li ser Efrînê li dijî hebûna gelê Kurd e
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Encûmena xwecihî ya ENKSê li Efrînê derbarê êrîşên Tirkiyê yên ser Eferînê de daxuyaniyek ji bo raya giştî ya kurdî, Sûriye û cîhanê belav kir.

Di daxuyaniyê de, Encûmena ENKSê li Efrînê dibêje ku êrîşa Tirkiyê û hinek komên çekdar ên dijbereyê bo ser Efrînê, ne li dijî aliyekî siyasî lê dijî hebûna tevahiya gelê Kurd e li Kurdistana Sûriyê.

Encûmena xwecihî ya ENKSê rexne li bêdengiya civaka navdewletî digire bi taybetî jî aliyên peywendîdar ên krîza Sûriyê wek Rûsya û Amerîkayê.

ENKS daxwaz ji endam û alîgirên xwe û hemû aliyan kir ku berpirsyarane tevbigerin, xwe ji nakokiyên navxwe dûr bigirin û rêzên xwe bikin yek.

Herwiha ENKSê bang li Parlamentoya Kurdistanê kir ku daxwazê ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bike daku hinek pêngavên bilez ên niyazpakiyê ji bo yekkirina rêzên Kurdî biavêje.

ENKSê herwiha bang li hemû rêxistin û saziyên mirovî kir ku xwe bighînin Efrînê û alîkariyên pêwîst pêşkêş bikin.

 


 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pîrozbahiya salvegera ji dayikbûna Pêxemberê Misilmanan kir

MONDAY, 19 NOVEMBER 2018 22:11:02

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta salvegera ji dayikbûna Pêxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan û Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.

Êzdî: PKK karekî metirsîdar li Şingalê dike..Armanca wan ziyana Êzdiyan e

MONDAY, 19 NOVEMBER 2018 19:11:11

Şingal-KDP.info- Serokê Encûmena Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto dibêje, PKK karekî metirsîdar li Şingalê dike û pêwîst e rê li pêşiya wan bê girtin. Berpirsê Asayişa Rojavayê Diclê Emîd Aştî Koçer jî dibêje, hebûna PKKê li Şingalê armanc jê tenê ew e ku ziyanê bighînin berjewendiyên gelê Kurdistanê û Êzdiyan.

 
Hikûmeta Kurdistanê: Rewşa Şingalê ya xerab nayê qebûlkirin

MONDAY, 19 NOVEMBER 2018 18:11:55

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku ew naxwazin ti pirsgirêk li Şingalê çêbibe lê ew rewşa xerab ya ku niha li Şingalê heye bi awayekî nayê qebûlkirin û divê Hikûmeta Iraqê wan hêzên nerewa mîna Heşda Şeibî û PKK ji wir derxîne û Hêzên Pêşmerge û polîsên federal li wir bicîh bibin da ku xelkê Şingalê vegerin ser mal û halê xwe.

 
Pêşmergeyên PDK û YNKê (70 û 80) dibin yek hêz

MONDAY, 19 NOVEMBER 2018 18:11:52

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serfermandarê Hêzên Pêşmerge di Wezareta Pêûmerge de Lîwa Salar Cebarî ragihand ku proseya yekxistina herdû hêzên 70 û 80 yên Pêûmerge destpê kiriye.

 
Şand Wezareta Pêşmerge li Hingarya çend mijarên girîng gotûbêj dike

SUNDAY, 18 NOVEMBER 2018 18:11:22

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Hevahengî û Pêwendiyên Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku li ser vexwendineke fermî şandeke Wezareta Pêşmerge çû welatê Hingarya.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP