Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

ENKS: Êrîşa li ser Efrînê li dijî hebûna gelê Kurd e

Hewlêr-KDP.info- Encûmena xwecihî ya ENKSê li Efrînê derbarê êrîşên Tirkiyê yên ser Eferînê de daxuyaniyek ji bo raya giştî ya kurdî, Sûriye û cîhanê belav kir.

Di daxuyaniyê de, Encûmena ENKSê li Efrînê dibêje ku êrîşa Tirkiyê û hinek komên çekdar ên dijbereyê bo ser Efrînê, ne li dijî aliyekî siyasî lê dijî hebûna tevahiya gelê Kurd e li Kurdistana Sûriyê.

Encûmena xwecihî ya ENKSê rexne li bêdengiya civaka navdewletî digire bi taybetî jî aliyên peywendîdar ên krîza Sûriyê wek Rûsya û Amerîkayê.

ENKS daxwaz ji endam û alîgirên xwe û hemû aliyan kir ku berpirsyarane tevbigerin, xwe ji nakokiyên navxwe dûr bigirin û rêzên xwe bikin yek.

Herwiha ENKSê bang li Parlamentoya Kurdistanê kir ku daxwazê ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bike daku hinek pêngavên bilez ên niyazpakiyê ji bo yekkirina rêzên Kurdî biavêje.

ENKSê herwiha bang li hemû rêxistin û saziyên mirovî kir ku xwe bighînin Efrînê û alîkariyên pêwîst pêşkêş bikin.