Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 22 OCT 2017 15:07 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

PDK: Berbangeke ronahî û geş li pêşiya me ye..Niha dema yekîtiyê ye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Frakisyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê ragihand, ku ew bi erênî pêşwaziya heldanên destbikarkirina parlamentoyê dikin û hêvî dikin di çarçoveya lihevkirina siyasî de hemû pirsgirêk li ser maseya guftûgoyê werin çareserkirin.

Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), roja Şemiyê 05-08-2017,di daxuyaniyekê de ragihand: “Di vê demekê Kurdistan ber bi qonaxekî hestiyar ve gavan diavêje û gelê Kurdistanê di dîroka xwe de yekemîn car bi rêya giştşpirsiyê ber bi mafê çarenivîsa xwe ve diçe. Ev yek daxwaza herî mezin a gelê me ye û berhema xwîna şehîdan û liberxwedana pêşmergeyên qehreman e.”

Fraksiyona PDKê diyar kir: “Îro ji hemû deman zêdetir pêwîstî bi yekrêzî û hevgirtina hêzên siyasî heye. Divê nakokî û ciyawaziyan daynin aliyekê û di çarçoveya stratejiyekî nîştîmanî ya ser hemû berjewendiyên hizbî û siyasî xwe birêbixin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hatiye gotin: “Em pêşwazî li hewldanên destbikarkirina parlamentoyê û çareserkirina pirsgirêkên yasayî û siyasî dikin. Em hêvîdar in ku di çarçoveya li hevkirin û hevgirtineke siyasî de hemû pişrsgirêk li ser maseya guftûgoyê werin çareserkirin. Parlamentoya Kurdistanê jî demek ji ya din zûtir dest bi civînên xwe bike. Piştgiriya referandumê, jiyan, debar, meaşên gelê Kurdistanê û çarenivîsa herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di bernameya sereke ya karê me de be.”

Fraksiyona PDKê herwiha got: “Di vê heyama kurt de bila hemû alî berjewendiyên hemwelatiyan bikin armanc û em bi hevre xwe ji bo hilbijartinên parlamentoyê û yên serokatiya herêmê re amade bikin. Em piştrast in ku di saya yekrêzî û yekbûna nav mala kurd, berbangeke ronahî û geş li hêviya me ye.”


 




Nûçeyên din

Wezîra Almanya bo Serok Barzanî: Emê berdewam bin li ser piştevaniya Pêşmerge

THURSDAY, 19 OCTOBER 2017 23:10:29

Hewlêr-KDP.info- Wezîra Berevaniya Almanya Ursula Von der Leyen di pêwendiyeke televonî de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rewşa siyasiya Kurdistan û Iraqê nirxandin.

 
Serok Barzanî: Bexda nikare Kosret Resûl û têkoşerên Kurdistanê bigre

THURSDAY, 19 OCTOBER 2017 21:10:04

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got, desthilatdariya Bexdayê çi biryarê dide bila bide lê nikare kesekî weke Cîgirê Giştî yê Sekreterê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl bigrin.

 
Pûtîn: Durûtî di helwesta civaka navnetewî de derbarê Kurdistanê heye

THURSDAY, 19 OCTOBER 2017 21:10:53

Ajans-KDP.info- Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku pêwîste rêzgirtin ji xwestekên gelan re were kirin.

 
Hikûmeta Kurdistanê pêşwazî li destpêşxerêya Ebadî bo diyalogê kir

THURSDAY, 19 OCTOBER 2017 21:10:54

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew destpêşxeriya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo gotûbêjkirinê bi erênî pêşwazî dikin.

 
Wezîrê Derve yê Kurdistanê: Kurdistan naxwaze şerê artêşa Iraqê bike

THURSDAY, 19 OCTOBER 2017 15:10:52

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jibilî ku Kurdistan tekez dike li ser diyalog û danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Herwiha got jî ku Kurdistan naxwaze şerê artêşa Iraqê bike.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP