Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK: Berbangeke ronahî û geş li pêşiya me ye..Niha dema yekîtiyê ye

Hewlêr-KDP.info- Frakisyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê ragihand, ku ew bi erênî pêşwaziya heldanên destbikarkirina parlamentoyê dikin û hêvî dikin di çarçoveya lihevkirina siyasî de hemû pirsgirêk li ser maseya guftûgoyê werin çareserkirin.

Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), roja Şemiyê 05-08-2017,di daxuyaniyekê de ragihand: “Di vê demekê Kurdistan ber bi qonaxekî hestiyar ve gavan diavêje û gelê Kurdistanê di dîroka xwe de yekemîn car bi rêya giştşpirsiyê ber bi mafê çarenivîsa xwe ve diçe. Ev yek daxwaza herî mezin a gelê me ye û berhema xwîna şehîdan û liberxwedana pêşmergeyên qehreman e.”

Fraksiyona PDKê diyar kir: “Îro ji hemû deman zêdetir pêwîstî bi yekrêzî û hevgirtina hêzên siyasî heye. Divê nakokî û ciyawaziyan daynin aliyekê û di çarçoveya stratejiyekî nîştîmanî ya ser hemû berjewendiyên hizbî û siyasî xwe birêbixin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hatiye gotin: “Em pêşwazî li hewldanên destbikarkirina parlamentoyê û çareserkirina pirsgirêkên yasayî û siyasî dikin. Em hêvîdar in ku di çarçoveya li hevkirin û hevgirtineke siyasî de hemû pişrsgirêk li ser maseya guftûgoyê werin çareserkirin. Parlamentoya Kurdistanê jî demek ji ya din zûtir dest bi civînên xwe bike. Piştgiriya referandumê, jiyan, debar, meaşên gelê Kurdistanê û çarenivîsa herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di bernameya sereke ya karê me de be.”

Fraksiyona PDKê herwiha got: “Di vê heyama kurt de bila hemû alî berjewendiyên hemwelatiyan bikin armanc û em bi hevre xwe ji bo hilbijartinên parlamentoyê û yên serokatiya herêmê re amade bikin. Em piştrast in ku di saya yekrêzî û yekbûna nav mala kurd, berbangeke ronahî û geş li hêviya me ye.”