Hewlêr-KDP.info- Şandeke ji dîplomatkarên Îranê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û ragihand ku ew amade ne pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê pêş bixin.
Îro Duşema 17-7-2017 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandek ji dîplomatkarên Komara Îslamî ya Îranê kir, ku ew şand bi serokatiya Balyozê Îranê li Iraqê Îrec Mescidî û Konsulên Îranê li Hewlêr, Besra, Necef û Kerbela pêk hatibû.
Di wê hevdîtinê de, şanda mêvan tekez kir li pêwendiyên dêrîn yên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îranê û herwiha amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera herdu aliyan de û di hemû waran de, nîşan da. Herwiha jî amadehiya Tehranê ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê spasiya alîkariyên Îranê di berê de û niha jî ji bo Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê amade ye ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Îranê û tekez jî kir ku Tehran dikare rolekê bibîne di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.
Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.
Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.
Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.
Em bi navê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşkirin û şewitandina Balyozxaneya welatê Swêdê ya li Bexdayê şermezar dikin û van reftaran li dijî destûr û yasa û rêsayên bavdewletî dibînin.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a Partiya Komunîst a Iraqê kir.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê kir.