Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Îran: Emê pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re pêş bixin

 

Hewlêr-KDP.info- Şandeke ji dîplomatkarên Îranê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û ragihand ku ew amade ne pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê pêş bixin.

Îro Duşema 17-7-2017 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandek ji dîplomatkarên Komara Îslamî ya Îranê kir, ku ew şand bi serokatiya Balyozê Îranê li Iraqê Îrec Mescidî û Konsulên Îranê li Hewlêr, Besra, Necef û Kerbela pêk hatibû.

Di wê hevdîtinê de, şanda mêvan tekez kir li pêwendiyên dêrîn yên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îranê û herwiha amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera herdu aliyan de û di hemû waran de, nîşan da. Herwiha jî amadehiya Tehranê ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê spasiya alîkariyên Îranê di berê de û niha jî ji bo Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê amade ye ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Îranê û tekez jî kir ku Tehran dikare rolekê bibîne di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.