Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kurdên êzîdî: PKK bo fitne û tevliheviyê hatiye Şingalê

Şingal-KDP.info- Nûnerê Kurdên Êzîdî di Parlamentoya Kurdistanê de Şêx Şemo ragihand ku, PKKê bo meramên xwe yên taybet hatiye Şingalê, ne ji bo alîkariya xelkê me. Ku bo fitne û tevliheviyê peyda bikin û bi navê Heşda Şeibî Şingalê ji Herêma Kurdistanê veqetînin.

Şêx Şemo Nûnerê Kurdên Êzîdî di Parlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “PKKê ne ji bo alîkariya xelkê Şingalê hatiye Şingalê, lê belê beta wan xerab e û bo meramên xwe yên taybet hatine navçeyê û niha bi navê Heşda Şeibî û bi pilaneke derve Şingalê ji Herêma Kurdistanê veqetînin.”

Şemo wiha got: “Ew balê ku dixwaze Heşda Şeibîli Şingalê dirust bibe, niha hevahengiyê ligel Hikûmeta Iraqê dike bo pêkanîna hêza Heşda Şeibî li Şingalê, lê tişta ku cihê dilxweşiyê ye ti kesek ji kurdên êzîdî naxwaze bibe Heşda Şeibî, lewma karê wan ser nagire û cihê wan li vir tune ye, ji ber ku rastî ji me re derket, ku tenê Hêzên Pêşmerge piştevan û parêzerên me ne.”

Wî nûnerê kurdên êzîdî di Parlamentoya Kurdistanê de wiha domand: “Belge di destê me de hene ku ew balê PKKê alîkariyan ji Heşda Şeibî û Hikûmeta Iraqê werdigire, vêga em daxwaz ji wan dikin zû ji Şingalê derkevin, beriya ku em bera wan din.”

Tê zanîn ku piştî rizgarkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serok Barzanî bi dawî hat, çekdarên PKKê ji ser Çiyayê Şingalê daketin û 7 avahiyên hikûmî yên nava bajêr kirin baregehên xwe û niha dibêjin divê Bexda ji me re bêje derkevin, lê ew kar pêwendî bi Encumena Parêzgeha Mûsilê ve heye û wê mohlet dabû wan ku ji Şingalê derkevin, lê dibêjin em dernekevin.