Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Aljazîra: Pêşmerge bi mêrxasî ji 3 aliyan ve DAIŞ şikand

Kerkûk-KDP.info- Îro serê sibehê Hêzên Pêşmerge bi mêrxasî êrişeke DAIŞê li sînorê Kerkûkê têk birin û 3 tankên wan terorîstan şikandin.

Malpera Aljazîra behsa mêrxaziya Pêşmerge dike ku çawa karîn piştî şerekî giran navçeya Kerkûkê heta vê sibehê ji çekdarên DAIŞê yên ku êriş kiribûn, paqij bikin.

Pêşmerge karîn li gundê Murre ji çekdarên paqij bikin ku tnê 25 km dikeve başûrê bajarê Kerkûkê.

Aljezîra di rapora xwe de behsa wê yekê kir ku çawa DAIŞ bi çendîn xwekuj û otomobîlên bombekirî êriş kirin, lê dîsa Hêzên Pêşmerge karîn ji DAIŞê bistînin.

Di vê barê dem Emîd Serhed Qadir ji Aljazîre ragihand: “Ew şer saet 1ê şev ji 3 aliyan ve dest pê kir û di hersê êrişan de de êrişa wan hatin şikestin.”

Hêzên Pêşmerge 3 tankên DAIŞê têk birin ku DAIŞ hewl da bi xwekujan û otomobîlên bombekirî êriş bikin, lê têk birin.