Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Amerîkayê dîsa piştgiriya xwe bo Başûrê Kurdistanê dupat kir

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kerry dîsa li rêya telefonê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Masûs Barzanî  piştevaniya welatê xwe bo Başûrê Kurdistanê li dijî DAIŞê tekez kir.

John Kerry Wezîrê Derve yê DYAyê li rêya telefonê pêywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kiriye.

Di vê peywendiyê da Kerry behsa serdana xwe ya Bexdayê û hevdîtina li gel berpirsên Iraqê kiriye.

Herwiha herdu alî gotûbêj derbarê proseya pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê de kirin û ew yek nirxandin.

Her di wê pêywendiyê de Wezîrê Derve yê DYAyê piştgirî û hevpeymaniya welatê xwe ya li şerê dijî rêxistina DAIŞê ji bo Iraq û Başûrê Kurdistanê dupat kir.”