Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî berdewamin li ser hevkariya koçberan

Dihok-KDP.info- Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di dirêjahiya helmetên xwe de li Dihok û Şeqlawa û Zawîte û kampa Beherê, jibilî peydakirina pêdvî û xwarinê bo penaberan, hevdem li Zawîte jî dest bi belavkirina alîkariyan bi ser 2000 malbatên koçberên Şingalê û derdora wê de belav kirin, li kampa Beherkê jî xwarina danê nîvro bi ser 3300 kesî de belav kirin.

Îro tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li bajarê Dihokê alîkarî bi ser koçberan de belav kirin û di helmetekê de jî, li bajerokê Zawîte, xorak bi ser koçberên Şingalê de dabeş kirin.

Hevdem her di dirêjahiya çalakiyên tîmekî Dezgeha Xêrxwazî yaBarzanî pêdivî bi ser 250 jinên li Zawîte de hatin belavkirin.

Li bajerokê Şeqlawa jî li gorî xişteyekî yek mehî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dest kir bi belavkirina alîkariyê meha 2yan bi ser 7 hezar xêzanî koçber de, ku rojane 1500 malbat xwarina mehekê bi temamî werdigrin.

Ji aliyekî dî ve, li kampa Beherkê jî, nivîsingeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rojane alîkarî û pêdviyên jiyanê û xwarinê bi ser koçber û penaberan belav dike.