Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hevkarî û xwarin bi ser koçberên Şingalê li Şariya belav kir

Dihok-KDP.info- Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di dirêjahiya helmetên xwe de, li Dihok û Şeqlawe û Badrê û Akrê û kampa Beherkê xwarin û pêdivî û kelûpelên zarokan, bi ser koçberan belav kir û herwiha rojane xwarinê ji Hêzên Pêşmerge re amade dike.

Doh çarşemê tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Akrê û Badrê, alîkarî û hevkarî û xwarin bi ser koçberan belavkirin. Herwiha li bajerokê Sêmêlê jî kelûpel û xwarin bi ser penaberên li Şariya hat belavkirin.

Ji aliyekî dî ve, li bajerokê Şeqlawe tîmên ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi awayekî berdewam xwain û pêdiviyan bi ser koçberên Şingalê d belav dikin.

Hevdem li bajerokê Amêdiyê û Dîrelûk û Sersingê bi hevkarî ligel rêxrawa xoraka cîhanî xwarin bi ser malbatên koçberên Êzdî û Mesîhî de belv kirin.

Ji aliyekî dî ve, li kampa Beherkê jî ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rojane du dan xwarin bo zêdetirî 2700 kesî amadedike û bi ser wan de belav dike.

Herwiha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi hevkariya Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li eniyên kurdistanê, rojane xwarina gerim bo hêzên piştevaniya Pêşmergeyên Kurdistanê li eniyên (Başîk, Mexmûr, Polîsê Giwêr, Fermandeya germiyan) dirust dike, û doh jî xwarin ji bo 2300 Pêşmergeyên hêza pişevanî amadekir.