Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hêmin Hewramî: Pêşmerge karî dawiyê bi xewna dagîrkirina Kurdistanê bîne

 

Hewlêr-KDP.info- Hêmin Hewramî, di kombûnekê de ligel konsûlê giştî yê Komara Koriya Başûr ragihand, xwena dagîrkirina Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve dawî pê hatiye, û got DAIŞ ew êrîşa mezine ku cîhan hejandiye û niha jî tenê Pêşmerge wek Hêzekî berceste, li hember wan rawestaye.

Endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) û Berpirsê peywendiyên derve yê PDKê, Hêmin Hewramî, di dema pêşwazî kirin li konsûlê giştî yê Komara Koriya Başûr li Hewlêrê, Çû Yong Mû ragihand: “Hevkariya Sûneyan ji bona ji navbrina DAIŞê li Mûsilê û navçeyên din ên Iraqê gelekî pêwîste, û pirçekirina Pêşmerge ji aliyê hevpeymanên me, wataya dawî hatina terorîstên DAIŞê li navçeyê.”

Hêmin Hewramî, diyar kir ku, “divê hemû cîhan wê yekê bizanibin ku li Kurdistanê û bi tivingê Pêşmerge, asayişa hemû cîhanê diparêze, lewra pêwîste hevkariyên navdewletî ji aliyê leşkerî û mirovî zêdetir bibin, ji ber ku zêdetirî milyonek koçber berê xwe dane Herêma Kurdistanê, ku ev jî ne di karîna Herêma Kurdistanê de ye.”