Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şerê DAIŞê pêngavên serxwebûna Kurdistanê nêzîktir kirine

Hewlêr-KDP.info- Nivîskar û çavdêrê siyasî, Dr. Nasih Xefûr Remezanm dibêje, ew welatên mezin tu carî wek niha yekdeng nebûne li ser komek kêşe, bi taybetî ku peywendî bi aloziyên Rojhelata Navîn hebe, lê niha hemû li ser parastin û hevkariya Herêma Kurdistanê yekdeng in, û dibêje, vê yekê pêngavên serxwebûna Kurdistanê nêzîktir kirine.

 

Dr. Nasih Xefûr Remezan, nivîskar û çavdêrên siyasî, ji KDP.info re ragihand: “Şer DAIŞê diyar kir ku Kurdistan li ser heqê ye, ji ber ku welatên mezin, bi taybetî jî ewên ku tu carî yekdeng nebûn li ser komek kêşe, niha hemû yekdeng in li hember wê yekê ku dive Herêma Kurdistanê biparêzin.. Me nedîtiye welatên Ewropa û Amerîka û Rusiya û Çîn jî, li hember aloziyekê wiha hevbigrin, lê îro em dibînin ku hemû yekdeng in û hinek ji wan welatan amadebûna xwe diyar kirine ji bo Kurdistanê ji aliyê leşkerî û siyasî û mirovî de, helbet hemû hevrane li ser wê yekê ku divê mînaka Herêma Kurdistanê biparêzin.”

 

Remezan got jî: “Mebesta DAIŞê ji vî şerê ligel Kurdan, ku Kurdan ji pêngavên berev serxwebûna Kurdistanê sar bikin, lê ev pirose nêzîktir bûye, ji ber ku hemû dunya bi taybetî Ewropa û welatên mezin, gehiştin wê baweriyê ku Herêma Kurdistanê mînakekî xweşike ji pêkvejiyan û aramî û seqamgîriyê, lewra pêwîste hevkariya wê bê kirin, ev yek hanê dide welatên din jî ku heman rê bigrin li beramber Kurdistanê.”

 

Ew çavdêrê siyasî got jî: “Welatên cîhanê dizanin ku Serok Barzanî ne tenê ji ber ku serkirdeyekî Kurde aştî û azadiyê li Kurdistanê diparêze, lê belê Serok Barzanî yeke ji serkirdeyên herî mezin ku li dijî terorê rawesta.”