Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî berdewame li ser belavkirina hevkariyan bi ser koçberên Şingalê

Dihok-KDP.info-Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî berdewame li ser belavkirina alîkariyan bi ser koçberên Mesîhî û Êzdiyê Şingalê li bajarên Dihok û Şeqlawa û Şêladizê û Amêdiyê berdewame û di wê çarçoveyê de jî du hezar malbat ji belavkirina alîkariyan mifa dîtine.

Doh Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di dirêjahiya kar û çalakiyên xwe de bo gehandina alîkarî û hevkariyan bo koçbeên Şingalê li bajarên Dihok û Şeqlawa û Şêladizê û Amêdiyê berdewame, ku di riya tîmên xwe de bi şev û roj mijûlî belavkirina alîkariyane, doh jî li parêzgeha Dihokê bi awayekî mezin alîkarî bi ser koçberan belav kir.

Ji aliyekî dî ve û her di dirêjahiya belavkirina pêdiviyan, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi riya tîmên xwe 1500 kartonên xwarinê bi ser koçberên Mesîhî û Êzdiyên Şingalê de li nahiya Sersing û Amêdiyê û derdora wê de belav kir, hevdem li navçeya Şêladizê jî xwarin û pêdivî bi ser 50 malbatên koçberan de belav kirin.

Herwiha li Şeqlawa jî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya 600 malbatên koçberên Şingalê kir û xwarin û pêdviyên jiyanê bi ser wan de hat belavkirin.