Hewlêr-KDP.info- Di berdewamiya belavkirina hevkariyan bi ser koçberên ku berê xwe dane herma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xwarin û av û pêdviyên jiyanê bi ser zêdetirî 6000 koçberên kampa Beherkê li bajarê Hewlêrê belavkir.
Îro sêşemê 15/7/2014 di berdewamiya kar û çalakiyên xwe de, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya wan koçberên Iraqî yên ku berê xwe dane Herêma Kurdistanê kir, ku beşek ji wan xortin û mal û halên xwe bicîh hiştine.
Di helmetekê de li kampa Beherkê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, rabû bi belavkirina pêdviyên jiyanê bi ser 1000 koçberên Iraqê , hevdem peydakirina xwarina êvarê ji bona 6000 koçberên Iraqê , ku nih koçberî Herêma Kurdistanê bûne û li kampa Beherkê bicîh bûne.