Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK-Bakûr piştgiriya referanduma li Herêma Kurdistanê dike

Şêxan-KDP.info-Di civînekê de, berpirsê liqa 20 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Şêxan û şanda serdirayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakûr (PDK-B) behsa encamdana referanduma Herêma Kurdistanê kirin û PDK-Bakûr piştgiriya referanduma li Herêma Kurdistanê dike.

 

Îro çarşemê 9-7-2014, Elî Ewnî, berpirsê liqa 20 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê), pêşwazî li şandeke serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakûr (PDK-B) kir ku ji serokê wê partiyê, Sertaç Bucak û endamên mekteba siyasî û Serkirdayetiya wê Partiyê pêkhatibûn.

 

Di vê bareyê de, berpirsê ragihandina liqa 20 ya PDKê, Kerîm Silêman, ji KDP.info re got: “Berpirsê liqa 20 ya Partiya Demokrat a Kurdistanî li Şêxan, îro çarşemê pêşwazî li şandeke serkirdatetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakûr bi serokatiya serok (Sertaç Bucak) û endamên mekteba Siyasî û Serkirdayetiya wê Partiyê kir û di wê civînê de şanda PDK-B piştgîrî û hevkariya xwe ji bo piştevanîkirina Herêma Kurdistanê ji bona encamdana referandumê nîşanda.”

 

Kerîm Silêman got jî: “Şanda navhatî tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste navmala Kurdan yekgirtîbe heta ku bi serkeftî vê qonaxê derbas bike, ji ber ku derfetekî zêrîn ji Herêma Kurdistanê re hatiye û birayên wan li Bakûrê Kurdstanê jî bi hemû hêza xwe amadene ji bo her piştgîrî û hevkariyekê bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û helwîsta Serok Barzanî.”