Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fazil Mîranî: Rêya siyasî baştirîn çareseriye ji bo qerana Iraqê

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê xuyakir ku qeyrana Iraqê ji ber pabend nebûn bi destûr û hûkmê tekrewane bûye û rêya siyasî baştirîn çareseriye ji bo qerana Iraqê.

 

Fazil Mîranî di dema pêwazîkirin li konsulê giştî yê Romaniya li Hewlêrê ragihand ku beşdarî nekirina aliyên din û pabendnebûn bi destûr û hûkmê tekrewane bûne sedemê rûdana qeyrana niha ya Iraqê, zêdebarî vê çendê ku Serok Barzanî çend caran Bexda haydar kiribû ji metirsiyan, lê guh jêre nedabûn.

 

Mîranî Herwiha got: Niha dive arasteya piroseya siyasî bê dirûst kirin û baştirîn şêwe û tek rê jî rêyeke siyasî bi beşdarîkirina hemû aliyekî siyasî ye.

 

Sekreterê polîtbûroya ya PDKê herwiha got ku gelê Kurd ji bo demê çend salaye bo azadî û çespandina sîstemekê dîmokrasî lo Iraqê xebatê dike ku tevahiya pêkhateyên vî welatî têde beşdar bin.

 

Di beşeke din ya wê hevdîtinê behsa rewşa niha ya Iraqê hate kirin û rolê Hêzên Pêşmerge bi girîng nirxand ji bo parastina asayiş û serûmalê welatiyan.