Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Waşinton post behsa serxwebûna Kurdistanê dike

Ajans-KDP.info-Rojnameya Waşinton post behsa serxwebûna Kurdistanê dike û ji bo wê yekê jî sê hokar diyar kirin.

 

Rojnameya Waşinton post a Emerîka piştgirî da daxwazên Kurdan ên ji Iraqê cudabibin û serxwebûna xwe ragihînin, rojnamê sê sedemên sereke destnîşan kirin ku divê li ser hîma wan rapirsa serxwebûnê ya dê li Kurdistanê bête kirin, cidî bête girtin.

 

Rojnamê di raporteke xwe de ku roja çarşemê li ser rûpela xwe ya elektironîk de belav kir da xuya kirin ku sedema yekem ew`e ku Iraqê weku dewlet di rewşa xwe ya heyî de kes naxwazê bibe perçek jê , û diyar kir ku NY ragihand  ku bi tenê di manga hezîrana bihurî de li Iraqê nêzî 2400 kes hatine kuştin, bi vê yekê ji salna ve manga bihurî dibe yek ji mangên herî bi xûn li Iraqê.

 

Rojnamê da xuya kirin ku sedema duyem jî ew`e ku ji xwe li gorî rastiya li ber çav diyare Herêma Kurdistanê serbixwe ye.

 

Rojnamê sedema siyem bi faktora dîrokî destnîşan kir û wiha pê de çû: Bûyerên li Sûriyê û Iraqê rûdan wer lê tê mêzekirin ku ew bi xwe têk çûna rêkeftina Saykis-Bîko ye.