Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

72 rêxstin li Amedê: Em çalakiyên terorî yên PKK şermezar dikin

Bakurê Kurdistanê-KDP.info-Li bajarê Amedê 72 rêxistin û saziyên sivîl di daxuyaniyeke hevbeş de êrîşa PKK ya li ser gundê Darakol a Licê bi tundî şermezar kirin.

Piştî wê êrîşa PKK ya li ser malbata Mikail Ayik ya li qezaya Licê ya bajarê Amedê, li bajarê Amedê 72 rêxistin û saziyên sivîl di daxuyaniyeke hevbeş de êrîşa PKK ya li ser gundê Darakol a Licê bi tundî şermezar kirin.

Li bajarê Diyarbekirê 72 saziyên medenî û li avahiya Memur-Sen Nûnertiya Bajarê Amedê daxuyaniyeke hevbeş belavkirin û li ser navê 72 saziyan daxuyaniyê Yunus Memiş xwend.

Di daxuyaniyê de balkişand li ser wê yekê ku ji ber ku ev malbat wekî PKK hizir nake wan êrîş kirine li ser vê malê, her wiha daxuyaniyê de wan hatiye : “Em çalakiyên terorî yên PKK şermezar dikin.” Jêder: Rojeva Kurd