Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Batmanê bi xwepêşandaneke mezin kiryarên PKK şermezar kir

Bakurê Kurdistanê-KDP.info-Piştî wê êrîşa PKK ya li ser malbata Mikail Ayik ya li qezaya Licê ya bajarê Amedê, li Batmanê jî xelkê deverê li kolana Gulistan civiyan û dijî êrîşên PKK daxuyaniyeke belavkirin û di xwepêşandanekê de kiryarên PKK şermezar kirin.

Li gor malpera Rojeva Kurd, piştî wê êrîşa PKK ya li ser malbata Mikail Ayik ya li qezaya Lice ya bajarê Amedê li Batmanê jî xelkê deverê demjimêr 13:00 an de li peykera Mafê Mirovan ya li kolana Gulistan civiyan û dijî êrîşên PKK daxuyaniyeke belavkirin û kiryarên PKK şermezar kirin.

Hejmaerk mezin ji hemwelatiyên Batmanê, siyasetmedar, rewşenbîr, çendîn rêxistinên medenî û saziyên siyasî beşdarî vê xwepêşandanê kirin. 

Xwepêşandana ku bi beşdariya nêzîkî 500.000 kesan ve hatibû li dar xistin bi dirûşmên dijî PKK û şermezarkirina wê bi dawî bû.

Herwiha doh li navçeya Licê ya ser bi Amedê ve hemwelatî ji bo şermezarkirina êrîşên PKKê ser xelkên sivîl û ravandina xortan ji aliyê çekdarên wê partiyê ve, xwepêşandanek encam dan û ew kiryarên PKKê şermezar kirin.