Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Dê karikem zêdetir piştevanî û pûtedan bi binemalên şehîdan û aware û pêşimergan bihête dan

Rojnama Evro/ Yûnis Ehmed Koçer, berbijarê hejmare 15 li ser lîsta (Partiya Demokrat a kordistanê) li parêzgeha Dihokê got: " li sala 1982 ê ez bi nihênî hatîme rêkxistin bo nav rêzîn partî û bi serkeftiyane min berpirsatiya xwe di wî demî da eda dikir, bi taybet di nav texa genicanda li xwandingehê û sebaret pilên partayetî û piştî pişkdariya kara ya min û binemala me di serhildanê da, li sala 1991 min pila kadiryê wergirtî ye û li sala 1993 ê pila endam navçe wergirtî ye, û her ji sala 1996 heta 2004 ê min pila kargêr navçe li (Şêxan, birayetî, Sêmêl, Azadî) wergirtî ye, û ji sala 2004 ê û heta nuke endamê liqê yekim, û berpirsayetî lijnên (Amêdî, Dihok, Sêmêl) û niha jî berpirsê navça Feyidyê me. Her wesa min pişkdarî kongirên (12 û 13) yên partî de kirî ye."


Yûnis ku nasiyare jî bi (Yûnis Hacanî) diyarkir, di maweyê 22 salên burî da min herdem bizav kirî ye ku bi saloxet û diruşimên (dilsozî di karî da, wêrekî di derbirînê da û rastgwyê li gel welatiyan) ketime xizmeta partî û xelkê xweda.


Berbijêrê lîsta Partiya Demokrat a kordistanê hijmare 15 got: Xebata min ya berê û piştî serihildanê taybet wek bisporiya min weku şareza di biyavên siyaset û partayetî û karê rêkixirawên cemawerî û pêşeyda, ez paldam xwe berbijar bikem bo perlemanê Kurdistanê û min xwast li jyê xwe yê mayî wek endam perleman ez berdewamyê bidim xebata xwe û bikevime di xizmeta xelkê xweda û tevaya hizir û şiyan û karkirin û serbora xwe ya van salan bi veguhêzim bo perlemanî.


Li dor bernamê xwe yê helbijartinan, dibêjît, ji bernamê karê min û ya ku dê bizavê kem ku bi hevkariya hevalên xwe li perlemanî bi hevirra bicih bînin, hizra welatparêziya dirust û rêzigir di nav programên xwandinê da bêne bi cihkirin, û wek berdewamî dan bi bernamê partiya me di xol û kabînên borî da piştevanî û pûtedan bi binemalên şehîdan û zîndanyên siyasî û aware û pêşimergan bihêtedan. Dîsa çîna hejaran ji civakê me û pekeftiyan jî ya pêdivî bo wan bihêtekirin, her ji bernamê karê min, keritê çandinê û cotiyaryê ko dabîn kerên asayşa xorakî ne bihêne bi hêz kirin û alav û pêdivyên karî wan jî bihêne dabînkirin û dê bizavê kem ku hindek proje û karikeh li devera me bihêne vekirin ku giringyê bi keritê çandinê û berhemê teriş û kewalî. Di warê texa genican da ko hêza parastin û pêşvebirina gel û welatin, dê dakukyê li maf û daxwazyên wan bikim