Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bi çavdiriya Serok Barzanî merasimek bo parastina şikefta Şaneder hate sazkirin

Bi organîzatoriya komeleya dostaniya Kurdistan û Berîtaniya û bi çavdirî û amadebûna Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li Devera Barzanê merasimek bo parastina şikefta Şaneder hate sazkirin.

Di vê merasima han de ku, hijmareke Konsulus û Nunerên Biyanî yên li Kurdistanê, hijmareke Psporên erdkolojî û Berpirsên siyasî û îdarî têde amadebûn di bin diroşmeya Roja Parastina Cîhên Dîrokî yên Kurdistanê, komeleya dostaniya Kurdistan Berîtaniya bi fermî dest bi parastina şikefta Şaneder ya li Devera Barzanê kir.

Di destpêka vê merasima han de peyvên komeleya han û Parêzgarê Hewlêrê hatin pêşkêşkirin û behsa girîngiya parastina wan Dever û cîhan li Kurdistanê de hate kirin.

Pişt re diyariyek ku, wêneya şikefta Şaneder bû ji aliyê komeleya nav hatiy ve pêşkêşî Serok Barzanî hate kirin û pişt re jî Serok Barzanî deriya şikeftê vekir û pişt re tevî mêwan û psporan serî nava şikeftê xistin. Jêder KTV