Hewlêr-Kdp.info/ Duhî roja duşemiyê 04.02.2013ê li bajarê Silêmaniyê vahiya xwendekar têde dijîn agirî girt û di encam da du xwendekar û karmendekê wê avahiyê jiyana xwe ji dest de û hijmareke xwendekaran jî birîdar bûn.
Li dor vê bûyerê, Sefîn Dizeyî berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku, ji bona destîşankirina sedemên agirepêketinê û destnîşankirina aliyên xemasarî kirine, komîteyek taybet hatiye pêkanîn û ew komîte dê li ser sedemên agirpêketên lêkolîn bike.
Dizeyî dibêje:
- Civata wezîran dilgirabiya xwe li hember qewîna wê bûyerê diyar dike û sersaxî û hevxemiya xwe digel qurbaniyên bûyerê parve dike û daxwaza çakbûnê ji bo birîdaran dike.
Dizeyî dibêje ku, serokatiya civata wezîran fermanek bi jimare 1236 li roja 04.02.2013ê ji bona pêkanîna komîteyeke lêkolnîn derkiriye:
- Ji bona lêkolîna sedemên agirgirtina avahiyê Ferdusî yê xwendekarên peymangeha Teknîkî a Silêmaniyê li taxê Serçinar, destnîşankirina sedemên qewmîna bûyerê û aliyên xemasarî kirî, nebûna pêdawîstiyên selametiyê û ji bona helsangandina edayê rêvebirya saziyên peywenîdar, serokatiya hikûmeta Kurdistanê komîteyek biryar de:
1- Pêkanîna komîteyeke lêkolînê bi serokatiya Salar Ebdula serokê kolêja polîsa û bi endametiya Newzad Elî Kerîm rêvebirê polîsê Silêmaniyê, Diyar Îbrahîm Mihyedîn rêvebirê bergiriya şarisatnî yê Silêmaniyê, Alan Fireydun serokê peymangeha Teknînkî ya Silêmaniyê û Berhem Ehmed Salih qaymeqamî Silêmaniyê.
2- Berhevbûna nûnerê dozgerê giştî digel komîteya lêkolînê.
3- Komîteya navbûrî dê raporta xwe bo seroaktiya hikûmeta herêma Kurdistanê binêre û hûrgiliyên bûyerê, sedem, aliyên xemsar û digel pêşniyarên xwe di raportê de destnîşan bikin.