Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Em pêşwaziyê li dengdana îro ya yasaya budceyê dikin

 Hewlêr-KDP.info: Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hejmara xwe ya tora civakî “X”ê de belav kiriye û dibêje, “Em pêşwaziyê li dengdana îro ya Parlamentoyê ya li ser nûjenkirina yasaya budceya Federal dikin.” 

Herwaha Mesrûr Barzanî ragehandiye: “Em spasiya wan kesên ku li ser serxistina nûjenkirinê hevkar bûn dikin, herwaha spasiya tîma danûstankarên Hikûmeta Herêmê jî dikin bo kar kirina ji bo danîna mekanîzma çareserkirina pirsgirêka mûçe.

” Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmetê dibêje: “Em hêvîdarin ku ev pêngava erênî ya nûjenkirina yasaya budceyê, bibe destpêkek bo çareserkirina hemû pirsgirêkên din û pêbendbûna Hikûmeta Federal bi şandina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê.

 îro Parlamentoya Îraqê yasaya budceyê pesend kir û li gorî wê biryarê dê hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike