Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa terorîstî ya li Enqereyê şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Ez êrîşa terorîstî ya li Enqereyê şermezar dikim û min sersaxiyên xwe gihand Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazim û başbûna zû ji birîndaran re hêvî dikim.”