Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

Ozçelîk ji malpera KDP.info re got: “Amerîka dixwaze pêwendiyên Iraq û Tirkiyê di asteke baş de bin. Vegera Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ji Amerîkayê û biryara Erdogan ku di Gulana bê de serdana Amerîkayê bike gavên gelekî baş in.”
Ozçelîk wiha got: “Ev pêwendiyên dîplomatîk dê berdewam bin. Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê gaveke girîng e ji ber ku Herêma Kurdistanê rastiyek û statuyeke destûrî ye û Tirkiye dixwaze vê pêwendiyê xurt bike.”
Mustafa Ozçelîk wiha domand: “Pêwîst e Tirkiye çalakiyên xwe yên leşkerî li herêmên Kurdan rawestîne û PKK jî xwe dûr bixe. Ger pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye nikare siyaseta xwe bidomîne. Tirkiye bi xwe jî vê yekê dizane.”