Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

Serkirdeyê AKPê Mihemed Dara Akar ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ev zêdetirî 2 salan e ku gelekî baş in, bi taybetî pêwendiyên abûrî, siyasî û emnî”.
Mihemed Dara Akar herwiha got: “Tirkiye dixwaze di sê waran de têkiliyên xwe bi taybetî di warê bazirganiyê de xurt bike. Hêvîdar im ev peywendiya navbera Hewlêr, Bexda û Enqereyê bihêztir bibe ji ber ku ji bo hemû aliyan girîng e.”
Akar wiha domand: “Tirkiye dixwaze di xalên duyemîn û sêyem de têkiliyên xwe yên di warê ewlehî, çand û zanistê de xurt bike. Hêvî dikim ku Herêma Kurdistanê û Tirkiye zêdetir bi rola xwe rabin.”
Akar wiha got: “Pêwîst e Herêma Kurdistanê zêdetir yekgirtî be, hemû partî bibin yek, hemû alî reforman bikin û statuya Kurdistanê di nava hemû partiyan de bê xurtkirin. Tirkiye dixwaze ev yekîtî berdewam bike.”