Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”
Mihemed Refeat ku bi navê Refeat Mela tê naskirin ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re got: “PDK hêzeke mezin û bi bandor e li navçeyê. Eger dewletên cîhanê dixwazin aramî li Iraqê hebe, bêyî aramiya Hewlêrê aramî li Iraqê û navçeyê pêk nayê. Hewlêr navendeke giring e bo Iraq û navçeyê. Kurdistan dikare bi roleke giring rabe, lewma pêwîst e partiyên siyasî dev ji berjewendiyên xwe yên teng berdin û yekdest bin. Di warê aborî de bazara Herêma Kurdistanê roleke girîng di abûriya Tirkiyê de heye. Ji aliyê ewlehî ve jî Kurdistan bo Tirkiyê pir giring e. Hatina Erdogan bo Hewlêrê pir bibandor e. Erdogan gelekî giringiyê bi Herêma Kurdistanê dide, ev yek dihêle ku dewletên din jî bêtir giringiyê bidin Kurdistanê.”
Mihemed Refeat wiha got: “Neft ji bo Kurdistan, Tirkiye û Iraqê girîng e. Îro birêz Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikarin bi şanda Tirkiyê re ji bo bidawîkirina dorpêça li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêjan bikin. Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin”