Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şanda Kurdistanê ji bo pirsên budce û mûçeyan li Bexdayê ye

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çarekirina pirsên budce û mûçeyan gehişt Bexdayê.

Li gorî ragehandineke Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, armanc ji serdana Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku danûstandin bi aliyên peywendîdar ên Hikûmera Federalî ya Îraqê re bên kirin, ji bo çarekirina pirsên budce û mûçeyên fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê û şandina mûçeyên Pêşmerge û hêzên dî yên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê.