Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berpirsê PDKê li Şingalê: Her pêngavek bo çareserkirina rewşa Şingalê divê li gor rêkeftina Hewlêr û Bexdayê be

Şingal-KDP.info- Berpirsê liqê 17 yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şingalê dibêje, her pêngavek bo çareserkirina rewşa Şingalê divê li gor rêkeftina Herêma Kurdistanê û Bexdayê be.

Nazim Herkî berpirsê liqê 17 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Şingalê ji malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Pirsa danîna qaymeqamê Şingalê birgeyek e di rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ku tê de behsa danîna rêveberiyeke nû bo Şingalê hatiye kirin. Ji ber wê yekê kilîta çareserkirina rewşê û destnîşankirina qaymeqamê Şingalê veger e bo rêkeftina Şingalê, ji ber ku em tekez dikin ku her pêngavek ji bo çareserkirina rewşa Şingalê divê li gor rêkeftina Şingalê be, em her rêyeke din ku ew dixwazin rêveberiya Şingalê ava bikin red dikin.”

Herkî wiha got: “Em ne ligel wê yekê ne ku parêzgarê Şingalê bi rêya encumena parêzgeha Mûsilê were destnîşankirin, ji ber ku li gorî yasayan divê piştî şeş mehan hilbijartinên encumenên qeza bên kirin. Lewma ew tişta ku ew dikin hem li dijî yasayê ye û hem jî li dijî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şingalê ye, ku ew yek jî ne di perjewendiya parêzgeha Neynowa bi giştî û Şengalê bi taybetî de ye.”

Encumena Parêzgeha Neynowa rê li ber namzedbûnê bo hilbijartina qaymeqamê navçeya Şingalê vekiriye, ji bo wan kesên ku dixwazin bibin qaymeqamê Şingalê.