Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

DAIŞ careke din bûye metirsî û gefan dixwin

Xaneqîn-KDP.info- Berpirsê liqê 15 yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Xaneqînê ragihand, DAIŞê dest bi tevgerê kiriye û belavokan bi ser xelkê belav dike ku dê vegerin û dest bi çalakiyên xwe bikin, ji ber wê jî bûne metirsî û pêwîst e ev xeter bi rastî were liberçavgirtin.

Berpirsê Liqê 15 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Xaneqînê Ekber Heyder Xan ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “DAIŞ li sînorên navçeya me jî bi fermî belavokan belav dike ku wan dest bi çalakiyan kirine, û dibêjin ewê di meha Remezanê û di rojêên cejnê de dest bi çalakiyan bikin. Li sînorên Kerkûkê jî dest bi çalakiyan kirine. Li nav sînorên me de belavokan belav dikin û gihîştine destên me. Ew dibêjin ku ewê dîsa dest bi çalakiyên li dijî gel bikin.”

Ekber Heyder Xan got jî: “Piştî 16ê Cotmehê gelek valahî li Diyala û Xaneqînê çêbûye, ji ber wê jî DAIŞê li hemû deveran dest bi liv û tevgerên xwe kiriye û divê artêş û hêzên Pêşmerge bi cidî li ser vê metirsiyê bisekinin, ji ber ku heta niha jî DAIŞ heye û nehatiye jinavbirin.”

Ekber Heyder Xan wiha got jî ku divê lîwayên hevbeş ên ku hatine avakirin di zûtirîn dem de li deverên vala yên navçeyên Kurdistanî bên belavkirin.