Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrîşa terorîstî ya li Moskoyê şermezar dike

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa li Moskoyê şermezar kir û hevxemiya xwe ligel ligel malbatên qurbaniyan, birîndaran, gel û hikûmeta Rûsyayê ragihand.

Mesrûr Barzanî îro 23ê Adarê li hejmara xwe ya fermî ya tora civakî “X” peyamek derbarê êrîşa terorîstî ya şeva borî li Moskoyê belav kir û tê de ev êrîş şermezar kir.

Mesrûr Barzanî wiha dibêje: “Ez êrîşa terorîstî ya şeva borî ya li Moskoyê bi tundî şermezar dikim. Di vê dema dijwar de hevxem im ligel malbatên qurbaniyan, birîndaran, gel û hikûmeta Rûsyayê.”

Li Moskoya paytexta Rûsyayê duhî êvarê li saloneke konserê êrişa çekdarî hat kirin.

Di êrişê de herî kêm 60 kes hatine kuştin û 115 kes jî birîndar bûne.