Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî êrişa li Moskoyê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê êrişa şeva borî ya li Moskoyê hovane bi nav kir û bi tundî şermezar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrişa çekdarî ya li Moskoyê de li ser hesabê xwe yê (X)ê peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

“Ez êrişa hovane ya li Moskowê ya li dijî sivîlan bi tundî şermezar dikim. Duayên min bi malbatên qurbaniyan û gelê Rûsyayê re ne. Terorîzm metirsiyeke cîhanî ye û divê civaka navneteweyî yekdeng be ji bo têkbirina wê.”

Li Moskoya paytexta Rûsyayê duhî êvarê li saloneke konserê êrişa çekdarî hat kirin.

Di êrişê de herî kêm 60 kes hatine kuştin û 115 kes jî birîndar bûne.